Euro

37,5607

Dolar

34,2118

Altın

2.873,27

haberler
Kurdi

Ji ber ku Em Kurd û Îslamî ne Êrîşî me Dikin

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di Bultena Bakur a Rûdawê de got ku “Ji ber ku 2 taybetmendiyên me hene êrîşî me dikin. Yek jê ew e ku em bi Kurdî diaxivin. Yek jî em Îslamî ne, gotinên me axaftinên me Îslamî ne. Ji ber her du sedeman êrişî me dikin.”
  • Ekleme: 19.09.2024 12:24 Güncelleme: 03.10.2024 17:04
Editör
Ji ber ku Em Kurd û Îslamî ne Êrîşî me Dikin

CHP, İYİ PARTİ AK PARTİ, ZAFER PARTİSİ va çend rojan rexneyê li ser HUDA PARê dikin û dibêjin em bi tu şeklî naxwazin madeya 4an a makezagona rabe.

 

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî dibêje heta ku madeya 4an a makezagona ranebe ew makezagon nabe makezagoneke nû. Kesek nikare rê ji nifşên n^u re jî bigire.

Careke din mijara guhertina hinek madeya destûra Tirkiyeyê bûye rojeva serekî ya Tirkiyeyê.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu çend caran dûbare kir û got, ew dixwazin madeya 4an a destûrê nemîne.

Zekeriya Yapicioglu bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Zekeriya Yapicioglu li ser guhertina destûrê wiha got: “Me jî xwest û anî ziman ku sîstema xweseriyê û federaliyê were nîqaşkirin qiyamet rabû”

 

Rûdaw: Birz Zekeriya Yapicioglu hûn bi xêr hatin bernameya Rûdawê. Ez dê yekser ji madeya 4an a destûrê dest pê bikim. Hûn çima li ser wê madeyê rijd in? Madeyên din ên destûrê bi dilê we ne?

Zekeriya Yapicioglu:  Ne ku hemû madeyên din ên destûrê bi dilên me ne. Ev destûra 1982an hatibû çêkirin destûra darbeya leşkerî ye. Me xwest destûra darbeya leşkerî were nîqaşkirin. Hemû aliyên siyasî gelek caran nerazîbûna xwe ya li dijî vê destûrê anîne ziman. Bi dehan sal in nîqaş li ser vê destûrê hene.

Me xwest ev were nîqaşkirin û bê zanîn ku bê ka ev destûr çi ye? Guhertin û çêkirina destûrekê mafê kê ye? Li gorî zanista siyasetê, hiqûqê me xwest ev nîqaş pêk were.

Bila ev nîqaş ne tenê nîqaşeke siyasî be bila zanistî jî be lê hin kesan êrişî me kirin û heqaret li me kirin. Bi awayekî tûnd êrişî me kirin. Ne bi şêweyekî zanistî û ne jî bi şêweyekî siyasî nîqaş pêk nehatin.  

Ew êriş û heqaret ne bi awayekî siyasî û ne jî bi awaeyî zanistî bûn. Ew tiştên ku heta niha ji ber kirine dîsan anîn ziman û xwestin rê li ber van nîqaşan bigirin.Hin kes dibêjin, mafê parlamentoyê jî nîne ku destûrê biguherîne û destûreke nû çêbike.

Niha bala wê jî kişandiye me beha xala 4an a destûrê kir. Li gorî xala 4an mafê ti kesî nîne her sê xalan heyî yên destûrê biguherîne.

Me xwest nîqaş li ser vê bimeşin ku mafê kê heye wê biguherîne. Em axivîn û me ew anî ziman.

Di serî de CHPyê û gelek derdoran ji me re gotin, ‘li ser vê xalê mafê wê yê axaftinê nîne, hûn li ser vê babetê neaxivin’ li gorî zanista siyasî li gorî zanista hiqûqê guhertina destûrê mafê parlamentoyan e.

Heqê parlamentoyê heye ku guhertinan di destûrê de pêk bîne û mafê parlamentoyê heye ku destûreke nû jî binivîsîne.

Wekî parlamenterekî min xwest ew xalên ku rê li ber guhertina destûrekî digirin were nîqaşkirin û bi taybetî min xwest xala 4an were nîqaşkirin. Xala 4an rê li ber nîqaşan jî digire rê li ber guhertinan jî digire.

Piştî ku min ew gotin êrişan dest pê kir. Famnekirin gelo mafê parlamentoyê heye ku destûrê biguherîne yan na? Aniha zemîne wisa ye ku em nikarin nîqaşan bikin.

Em dibêjin ‘divê parlamento bi hemû rengên xwe hemû aliyên siyasî li mafên xwe xwedî derkeve.

Gelo mafê parlamentoyê heye ku hin guhertinan di destûrê de bike yan na? Gelo parlamento dikare destûreke nû amade bike yan na?

 

Rûdaw: Belkî naxwazin wekî Kurdekî hûn wan tiştan bêjin. CHP, MHP û AK Partiyê helwesta xwe anî ziman. Hûn hîn jî li ser wê daxwaza xwe bi israr in?

Zekeriya Yapicioglu: Em dibêjin lazim e parlamento bi hemû rengên xwe li mafên xwe xwedî derkeve. Gelo mafê parlamentoyê heye ku hin guhertinan di destûrê de bike yan na? Gelo parlamento dikare destûreke nû amade bike yan na?

Yan jî bes divê leşker darbeyekê pêk bînin û ew bên destûreke nû hazir bikin. Lazim  e ev were famkirin.  Heger parlamento li mafên xwe xwedî dernekeve dê nikarebe destûreke nû çêbike. Em li ser gotinên xwe ne. Dê gotina me berdewam bike.

Em dixwazin ev nîqaş di aliyê siyasî û zanistî û hiqûqî berdewam bike.  Ew kesên ku bi rêya siyasî û zanistî nikarin bersivê bidin dest bi heqaretê dikin.

Yan jî ew kesên ku heqaretê jî nakin dibêjin ew her 4 xalên destûrê ji aliyê damezrînerên Komara Tirkiyeyê de di destûra 1924an de hatiye bicihkirin û di hemû destûran de hebûye.

Li gorî gotina wan her 4 xalên destpêkê yên Tirkiyeyê ev 100 sal in di destûrê de cih girtine. 

Li gorî wan ev xal di destûra 1924an û destûra 1961ê de hebûye. Ev ne rast e wisa nîne. Divê ji aliyê gel ve were famkirin. Sala 1980yî Kenan Evren darbe çêkir parlamento ji holê rakir û destûra 1961ê ji holê rakir û bi xwe ev destûra aniha amade kir.

Kenan Evren bi îradeya xwe bi qelema xwe ew xala 4an a destûrê nivîsandiye.  Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e. Kenan Evren gotiye, ‘Nabe ti kes wan her 3 xalên yekem biguherîne û qedexeye ku pêşniyaza guhertinê jî were kirin’

 

“Me xwest destûra darbeya leşkerî were nîqaşkirin”

Divê ev tişt were famkirin. Em ji Kemalîstan re jî dibêjin, ‘Kemalîst bin û bila fikra we ji we re be. Bes zanibin fam bikin bê di serdema Mistefa Kemal de çi guhertin di destûran de hatiye kirin? Ew xalên destûrê yên ku hûn diparêzin xala 4an ne di destûrên serdema CHPyê de hebûn û ne jî di serdema Mistefa Kemal de hebûn’ CHPyê ew xala 4an nexistiye destûrê.

 

“Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e”

Kengî çêbûye? Sala 1982an Kenan Evren bi xwe darbe çêkir û ew destûr hazir kir.  Ew serokê cûntaya leşkerî bû. Piştre Kenan Evren hat girtin û darizandin û hemû rutbeyên wî jê hat standin.

Ew kesê ku ew xala nivîsandiye wekî îradeya damezrîner tê qebûlkirin. Ev xelet e û em dixwazin ew xeletî ji aliyê milet ve were famkirin, Kenan Evren wekî îradeya damezrîner tê hesabandin wisa nîne.

Armanca me ew e ku em li ser zemîneyeke rast behsa amadekirin yan jî guhertina destûrekê bikin.

 

Rûdaw: Pêşniyarên we dê li ser parastina dînê Îslamê û bi cihkirina dînê Îslamê di destûrê de hebin gelo?

Zekeriya Yapicioglu: Em dixwazin ew destûra ne li dijî baweriya wî miletî be û li gorî baweriya wan be. Destûr divê dijberiya baweriya miletan neke. Lê em dizanin ku ev 100 sal e, hin xaletên destûrê astengî bêhurmetî û bêreziyê li baweriya gel dikin.

Hinek xal û made û peyvên ku li dijî baweriya gel in di destûrê de hene em dixwazin ew ji destûrê bên derxistin. 

 

Rûdaw: Meseleya Kurdan û çareseriya meseleya Kurdan dê destûrê de bi çi awayî be. Hûn dê di çarçoveya mafên giştî temaşe bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî me bi awayekî zelal di bernameya partiya xwe de nivîsandiye. Me pêşniyara xwe ya li ser destûrê bi awayekî zelal nivîsandiye û di bernameya partiya me jî de heye. Ew kesên dixwazin nêrîna me ya li ser destûrê bizaninin dikarin li bernameya me binêrin.

Ew kesên li bernameya me binêrin dê bibînin bê ka me li ser mafên miletan çi gotiye.

“Em diyar dikin ku Kurd jî wekî Tirkan damezrînerên vê dewletê ne. Mafê wan miletên li ser vê axê ne çi bin divê ne kêm ne jî zêde mafên Kurdan jî her ew bin.

Divê em wekî mafên mirovan temaşe bikin nabe navê miletekî di destûrê de hebe.

Heger dê de destûrê de behsa milatan were kirin divê were gotin ku Kurdan û Tirkan bi hev re ev dewlet damezirandine.
Em li dijî wê yekê ne ku tenê behsa navê miletekî were kirin.

Di çarçoveya însanî de mafên her kesî divê wekî hevdû bin em wisa lê dinêrin.

 Nabe ku hinek xwediyên malê û hinek jî kirêciyên malê bin an jî muameleya koleyan û sinifeke din nebînin.

 

Meseleya zimanê dayikê jî yek ji wan meseleyan e ku heta niha statûya wê nehatiye diyarkirin. Gelo hûn dê pêşniyaz bikin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî jî destpêka heta zanîngehê di destûrê de were bicihkirin?

Zekeriya Yapicioglu: Destûra niha rê li ber perwerdeya Kurdî digire, ji ber ku  di destûrê de tê gotin ku zimanê vî welatî Tirkî ye û ji bilî zimanê Tirkî bi ti zimanekî din perwerde nayê dayîn.

Ew astengiyek e li pêşiya zimanê dayikê ye, ne tenê zimanê Kurdî em dixwazin li nava Tirkiyeyê kî bixwaze bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bistîne bila bistîne. Ev mafekî sirûştî ye û ev mafê her kesî ye.

 

“Heta destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike”

Rûdaw: Madeya 66an a Tirkiyeyê jî gelekî balkêş e û kêm caran tê behskirin. Li gorî wê xalê her kesê li nava sînorê Tirkiyeyê dijî Tirk e. Li gorî wê madeyê Kurd hemû Tirk in. Hûn dixwazin ew made jî were guhertin? Wê navê miletê Kurd jî di wê xalê de hebe?

 

Zekeriya Yapicioglu: Sererastkirin û bicihkirina navê Kurdan di wê madeyê de belkî ne şêeweyeke rast be û ne mumkun e. Çima ne mumkun e. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 miletên cûda hene. Çênabe navê her miletî di wê xalê de were rêzkirin.


Gelek nîqaş li ser wê xalê hatin kirin, dibêjin, ‘yani ew kesên li Tirkiyeyê dijîn hemwelatiyên Tirkiyeyê ne’ û ti kesî ti tişt bi ti kesî neda famkirin. Belkî pêwîsta nake xaleke wisa di nava destûrê de hebe. Ew kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê ne pêwîstna ke ku werin binavkirin.


Dema ev komar hat avakirin li ser 2 bingehan hat avakirin. Yek li ser Tirkparêzî ya din jî li ser bingeha dijayetiya Îslamê ye.

Ji ber ku 2 taybetmendiyên me hene êrîşî me dikin. Yek jê ew e ku em bi Kurdî diaxivin. Yek jî em Îslamî ne, gotinên me axaftinên me Îslamî ne. Ji ber her du sedeman êrişî me dikin. HDPyê ango DEM Partiyê jî behsa hin guhertinên destûrê dike.

Me jî xwest û me anî ziman ku sîstema xweseriyê û federaliyê were nîqaşkirin qiyamet rabû. Me xwest ku ev mesele were nîqaşkirin û her kes bi serbestî li ser biaxive dê milet biryarê bide.

Her kes bibîne û bifkire bê ka başiyên federaliyê û xweseriyê çi ne û xirabiyên wê çi ne. Me xwest her kes nêrîna xwe bêje. Qiyamet rabû. Kê qiyamet rakir? Li ser wan gotinên me, dîsan CHPyê qiyamet rakir.DEM Partiyê got, ‘em Xweseriya Demokratîk îlan dikin û em dê birêve jî bibin’ ewasî qiyamet ranebû.Çima qiyamet ranebû? Ji ber ku ji aliyê îdeolojîk nêzîkî hevdû ne.


Wekî min got, 2 taybetmendiyên me hene. Yek jê Kurdbûn a din jî jiyana me ya Îslamî ye. Gotinên me yên Îslamî ne. Di dema wisa de CHP dibêje, ‘Mafê we nîne hûn biaxivin’ ez dê gotinên xwe dûbare bikim.


Heger parlamenter nikaribin li ser guhertina destûrê biaxivin, heger partiyên siyasî nikaribin li ser guhertina destûrê nêrînên xwe bînin ziman dê ev destûe çawa were guherandin? Lazim e em ji vir dest pê bikin dê kî destûrê biguherîne. Lazim e em li hevdû rûnên pêşniyarên xw bînin ziman û bi gel jî re wan par ve bikin.

 

Rûdaw: Birêz Zekeriya Yapiciglu we behsa xweseriyê- otonomiyê kir. Mumkun e di destûra nû de guhertineke wisa were bicihkirin? Wekî HUDA PAR wê pêşniyazeke we ya wisa hebe ku xalek li ser otonomiyê di destûrê de were bicihkirin?


Zekeriya Yapicioglu: Xala 4emîn eşkere dike ku nabe her 3 xalên destûrê bêne guhertin û nabe pêşniyaza guhertina wan jî were kirin. Heta ku ev destûr wisa be ti kes nikare behsa federalî û otonomiyê bike ti kes nikare behsa xala 66an a destûrê bike. Niha li Tirkiyeyê ti kes nikare destûrê biguherîne û wê nîqaşê jî bike.

 

Rûdaw: Hûn bawer dikin di serdema nû ya parlamentoyê de hevdengiyek li ser guhertina destûrê pêk were û destûr were guhertin?

Zekeriya Yapicioglu: Mimkun e lê ne hêsan e destûr were guhertin û bi awayekî hin guhertin pêk werin. Beriya niha 21 caran jî guhertin hatine kirin. Pêwîstî ne bi guhertineke qismî ya destûrê ye. Pêwîstî ew e ku destûr bi giştî were kirin. Gelek zahmetî û astengî li pêş guhertina destûrê hene.

Wisa diyare ku ew guhertinên bêne kirin dê ji xelkê re nebe derman û pirsgirêkan çareser neke.

 

Rûdaw: Birêz Zekeriya Yapicioglu ji bo hûn bûn mêvanê me spas.

 

Kürt ve İslami olduğumuz İçin Bize Saldırıyorlar

HÜDA PAR Genel Başkanı Zekeriya Yapıcıoğlu, Türkiye'nin mevcut anayasası bu şekilde kaldığı sürece kimsenin federalizm ve özerklikten bahsedemeyeceğini söyledi.

HÜDA PAR Genel Başkanı Zekeriya Yapıcıoğlu, Türkiye’de anayasa değişikliği, federalizm ve özerklik ile ilgili görüşlerini, Rûdaw TV’de Hêvîdar Zana'nın sunduğu 15.00 bülteninde değerlendirdi.   

Türkiye Anayasası'nın 4'üncü maddesinin değiştirilmesi gerektiği yönündeki önceki açıklamalarının arkasında durduğunu belirten Yapıcıoğlu “Anayasanın 4. maddesi, ilk üç maddenin değiştirilemeyeceğini ve değiştirilmesinin teklif dahi edilemeyeceğini belirtiyor. Bu anayasa bu şekilde kaldığı sürece, hiç kimse federalizm ve özerklikten bahsedemez ve hiç kimse anayasanın 66. maddesinden bahsedemez” dedi.  

Anayasanın dördüncü maddesinin değiştirilmesi çağrısında bulunan Zekeriya Yapıcıoğlu, “Acaba parlamentonun anayasayı değiştirme hakkı var mı, bütünüyle ya da kısmen. Ya da bu hak sadece darbe yapan askerlere mi verilmiş? Yani sadece darbe yapıldığında mı askerler anayasayı değiştirebilir?! En başta bunların anlaşılması gerekiyor. Eğer parlamento (kendisinin) anayasayı değiştirme hakkına sahip çıkmazsa bu parlamento yeni bir anayasa da yapamaz” diye konuştu.

Kürt ve Türklerin birlikte Türkiye devletini kurduğunu ve anayasada tek bir milletin adı olmaması gerektiğini söyleyen Yapıcıoğlu, "Biz diyoruz ki Kürtler de Türkler gibi bu devletin kurucusudur, bu topraklar üzerindeki halkların hakları ne ise Kürtlerin de hakları o olmalıdır, ne fazla ne eksik. Buna insan hakları olarak bakmalıyız, anayasada tek bir kavmin adı olmamalı. Eğer anayasada halklardan bahsedilecekse, Kürt ve Türklerin birlikte bu devleti kurduğu söylenmelidir. Biz sadece bir kavmin adının geçmesine karşıyız. İnsan hakları eşit olmalıdır. Bazıları ev sahibi, bazıları kiracı olmamalı” değerlendirmesinde bulundu.

Yapıcıoğlu, Mevcut anayasanın Kürtçe eğitimi engellediğini, Türkiye'de herkesin anadilinde eğitim görmesini istediklerini belirtti.

HÜDA PAR Genel Başkanı Zekeriya Yapıcıoğlu Rûdaw’ın sorularını yanıtladı:

Rûdaw: Neden anayasanın dördüncü maddesinin değiştirilmesi konusunda ısrarcısınız, anayasanın diğer maddeleri sizi memnun ediyor mu?   

Zekeriya Yapıcıoğlu: Hayır, anayasanın tüm maddeleri bizi memnun etmiyor. 1982 yılında yazılan bu anayasa askeri darbe anayasasıdır. Biz darbe anayasası üzerine tartışma yapılmasını istiyoruz. Tüm siyasi partiler bu anayasaya karşı defalarca tepki gösterdi, yıllardır bu anayasa üzerine tartışmalar yapılıyor. Biz bu konunun tartışmaya açık olmasını ve bu anayasanın ne olduğunun bilinmesini istedik. Anayasayı değiştirme ve yeniden yazma hakkı kimde? Bu anayasanın değiştirilmesi ya da yeni bir anayasanın yapılması kimin hakkı? Fakat maalesef sert bir şekilde bize saldırdılar, hakaret ettiler. (Eleştirilerini) siyasi ve bilimsel bir tarzda yapmadılar. Bugüne kadar sarf ettikleri sözleri bir kez daha tekrar ettiler ve bu tartışmaların önünü kesmek istediler. Bazı kişiler anayasayı değiştirme yeni anayasa yapma hakkının parlamentoda olmadığında söylüyor. Şimdi bizim anayasanın ilk dört maddesinden bahsettiğimizi söylüyorlar. Dördüncü maddeye göre kimse ilk üç maddeyi değiştiremez. Biz bu konuda tartışma yapmak istedik, kimin bu maddeleri değiştirme hakkı var? Önce CHP ve çevresindekiler, "Bu konuda konuşma hakkınız yok, siz bu konuda konuşmayın" dediler. Bizim bilgimize, siyaset bilimine ve hukuk bilimine göre, anayasayı değiştirme hakkı parlamenterlerindir. Yani Meclisin anayasayı değiştirme hakkı vardır. Parlamenterlerin yeni bir anayasa yapma hakkı vardır. Ben de bir parlamenter olarak bu anayasayı değiştirmenin önündeki engelllerin kaldırılmasının tartışılmasını, başta da 4. maddenin tartışılması gerektiğini söyledim. Bu 4. madde tartışmaların önünü de kesiyor. Bu madde değişimin önünü de kapatıyor. Biz bunları söyledikten sonra saldırılar başladı. Fakat bazıları anlamıyor. Biz şimdi parlamenterlerin anayasayı değiştirme hakkı var mı yok mu, bunun anlaşılması, tartışılması aşamasındayız. Biz bu tartışmayı geride bırakmadıktan sonra, bu aşamayı geride bırakmadıktan sonra neyi tartışabiliriz ki?!

Rûdaw: CHP, MHP ve AK Parti sizin açıklamalarınıza karşı duruşlarını gösterdiler, siz açıklamalarınızda ısrarcı mısınız?

Zekeriya Yapıcıoğlu: Evet biz diyoruz ki parlamento bütün renkleri ile bütün siyasi taraflarıyla öncelikle kendi haklarına sahip çıkmalı. Acaba parlamentonun anayasayı değiştirme hakkı var mı, bütünüyle ya da kısmen. Ya da bu hak sadece darbe yapan askerlere mi verilmiş? Yani sadece darbe yapıldığında mı askerler anayasayı değiştirebilir?! En başta bunların anlaşılması gerekiyor. Eğer parlamento anayasayı değiştirme hakkına sahip çıkmazsa bu parlamento yeni bir anayasa da yapamaz. Biz bu sözlerimizin arkasında duracağız ve istiyoruz ki tartışma sadece siyasi olarak değil bilimsel olarak da devam etsin ki insanlar bu meseleyi kavrayıncaya kadar. Yani parlamentonun anayasayı değiştirme hakkı olup olmadığını kavrayana dek... Bazıları siyasi ya da bilimsel olarak cevap vermediklerinde hakaret etmeye başlıyorlar. İkincisi hakaret etmeyenler diyorlar ki cumhuriyeti kuranların iradesine müdahale edecek başka bir irade yoktur. Yani bu 4. madde ve diğer 3 madde yüzyılı aşkın bir zamandır bütün anayasalarda yer almış.

Bizim iki özelliğimiz var. Birincisi Kürtçe konuşmamız, diğeri de Müslüman olmamız. Bizim söylemimiz İslami. Bu iki nedenden dolayı bize saldırıyorlar. HDP, şimdi DEM Parti oldu, anayasa değişikliğinden bahsediyor.

Biz özerklik ve federal sistem serbestçe tartışılabilmelidir dediğimizde kıyamet koptu. Biz şunu demiştik, ‘bu konuyu tartışmak isteyenlerin önünde herhangi bir engel olmasın, isteyenler bu konuları gündeme getirebilsin serbest bir şekilde konuşsun. Millet özerklik veya federalizm konusundaki doğruları, yanlışları, iyi veya kötü tarafları nedir, faydaları, zararları, eksikleri nedir diye bilsin ve öyle karar versinler. Herkes bu konuda serbest bir şekilde bu konuda fikrini beyan edebilsin’ dedik, kıyameti kopardılar. Bu sözlerimiz üzerine CHP kıyamet kopardı. DEM Parti "Biz demokratik özerklik ilan ediyoruz ve yönetiyoruz" dedi ama kıyamet kopmadı. Neden? Çünkü ideolojik olarak birbirlerine yakınlar.

Eğer milletvekilleri anayasa değişikliği hakkında konuşamazsa, siyasi partiler anayasa değişikliği hakkındaki görüşlerini ortaya koyamazsa, o zaman bu anayasa nasıl değişecek? Bu sorudan başlamamız gerekiyor: Bu anayasayı kim değiştirecek? Birlikte oturup görüşlerimizi ortaya koymamız ve fikirlerimizi halkla paylaşmamız gerekiyor.

Rûdaw: Kürt sorunu ve Kürt sorununun çözümü anayasada nasıl olacak? Bu soruna genel haklar çerçevesinde mi bakıyorsunuz?

Zekeriya Yapıcıoğlu: Parti programımızda bunu açık ve net şekilde  yazmışız. anayasa hakkındaki önerilerimizi net bir şekilde yazdık. Bu konudaki görüşümüzü detaylıca öğrenmek isteyenler programımıza bakabilirler. Programımıza bakan kişi halkların hakları konusunda ne söylediğimizi bilir. Biz diyoruz ki Kürtler de Türkler gibi bu devletin kurucusudur, bu topraklar üzerindeki halkların hakları ne ise Kürtlerin de hakları o olmalıdır, ne fazla ne eksik. Buna insan hakları olarak bakmalıyız, anayasada tek bir kavmin adı olmamalı. Eğer anayasada halklardan bahsedilecekse, Kürt ve Türklerin birlikte bu devleti kurduğu söylenmelidir. Biz sadece bir kavmin adının geçmesine karşıyız. İnsan hakları eşit olmalıdır. Bazıları ev sahibi, bazıları kiracı olmamalı.

Rûdaw: Anadil meselesi, çerçevesi henüz belirlenmemiş konulardan biri. Anadilin ilkokuldan üniversiteye kadar eğitim dili olarak anayasada yer almasını öneriyor musunuz?

Zekeriya Yapıcıoğlu: Mevcut anayasa, bu konu ile ilgili engel oluşturuyor. Çünkü bu anayasada ‘eğitimin dili Türkçedir. Türkçe dili haricinde hiçbir dil, vatandaşlara anadilleri olarak öğretilemez’ yazıyor. Bu, anadilde eğitimin önünde bir engeldir. Sadece Kürtçe değil, Türkiye'de herkesin anadilinde eğitim görmesini istiyoruz. Bu her insanın doğal hakkıdır.

Rûdaw: Sayın Zekeriya Yapıcıoğlu, siz özerklikten bahsettiniz. Yeni anayasada bu tür bir değişiklik yapılması mümkün mü? Örneğin HÜDA PAR'ın özerklik hakkında bir öneri yapması ve anayasada özerklikle ilgili bir maddenin yer alması gibi?

Zekeriya Yapıcıoğlu: Anayasanın 4. maddesi, ilk üç maddenin değiştirilemeyeceğini ve değiştirilmesinin teklif dahi edilemeyeceğini belirtiyor. Bu anayasa bu şekilde kaldığı sürece, hiç kimse federalizm ve özerklikten bahsedemez ve hiç kimse anayasanın 66. maddesinden bahsedemez. Şu anda Türkiye'de bu konuların tartışılması bile mümkün değildir.  

Rûdaw: Sizce mevcut parlamento döneminde anayasa değişikliği konusunda bir uzlaşma sağlanarak anayasa değiştirilebilir mi?

Zekeriya Yapıcıoğlu: Mümkün, ancak anayasayı değiştirmek kolay değil. Daha önce 21 kez anayasa değişikliği yapıldı. Sadece bir kısmının değil, tümünün değiştirilmesi gerekiyor. Anayasa değişikliğinin önünde çok zorluk ve engel var. Eğer anayasa 22. kez kısmi olarak değişecekse bu değişiklik sorunları çözmeyecektir.  

 

(RUDAW)

 

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.