Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, bangî civaka navneteweyî kir ku li ser êrîşên li dijî Xezzeyê yê rejîma siyonîst dest bi çalakiyekî bikin û ji bo parastina gelê Filistînê bila zorê bidin.

Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
İçeriği Görüntüle

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, bangî civaka navneteweyî kir ku li ser êrîşên li dijî Xezzeyê û îlhaqa bipêlingî yê li Şerîaya Rojavayê yê rejîma siyonîst dest bi çalakiyekî bikin. Guterres got, tirsa “bergîdan” a ji îsraîlê êdî ne sebebeke derbasdar e.

Her wiha Guterres anî ziman ku, tiştê tên kirin ne bertekên derbasdar in, fireh kirina sîstematîk a hukûmetê ye û perçeyên projeyên îlhaqê ye. Û ragihand ku dev jê bardana van polîtîkayan wê malîyeta însanî û sîyasî zêde bike.

Sekreterê Giştî diyar kir ku bûyerên li Xezzeyê asta herî bilind a mirin û wêraniyê bûn ku wî ji dema ku dest bi kar kiriye ve dîtiye. Rewş ji ber birçîbûna ku gelê Filistînê dijî, nebûna gihîştina sihhetê û nebûna xanîyan li deverên qerebalix dramatîk e. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör