Kurdi

Ev 60 sal e miskê difiroşê

Xanî Avciyê 87 salî yê ku li Semsûrê dijî ev bû 60 sal ku li ser dezgeha xwe ya destan miskan difiroşe û hewl dide debara malbata xwe bike.

Abone Ol
Avciyê ku li navenda Semsûrê li kêleka mizgeftan û li cihên qelebalix li gor daxwazên muşterîyên xwe miskên bêhnxweş amade dike û difiroşe bi vî karî debara mala xwe dike.
Xalê Xanîyê ku derbarê mijarê de axivî got ku ew berî niha karê tûtinê jî kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bi vî karî 8 zarokan mezin kir. Êdî qewet di milên min de nemaye ku ez dezgeha miskan li ser milên xwe bikim û bigerim. Ji ber wê yekê ez li otobusê siwar dibim û têm navendê. Dûre ez karê xwe li dora Mizgefta Yenîpinarê dikim. Ez miskan ji Stenbolê didim anîn. Ji bilî min yekî din li vê derê vî karî dike. Ez ji bo derdorê dibêjim. Ji wan kesên ku miskên hazir difiroşin miskan nestînin.”(ÎLKHA)