Rejîma sîyonîst gelek deverên Xezzeyê hedef girtin. Xanî, wesayît û avahiyên zanîngehê hatin hedefgirtin, di encamê de 78 Filistînî, ku zarok jî di nav wan de bûn, hatin kuştin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bênavber berdewam dikin. Li gorî çavkanîyên Filistînî û berpirsên tenduristiyê, ji doh sibehê ve herî kêm 78 Filistînî di bombebaran û gulebaranê de şehîd bûne.
Êvarê, di êrîşeke li ser maleke li kêleka Dibistana El-Felah a li taxa Zeytûnê ya başûrê rojhilatê Xezzeyê de sê kes hatin şehîdkirin. Li navçeyên rojava, di êrîşeke li ser wesayîtekê de li nêzîkî çarrêya Tayranê çar kes, di nav wan de zarok jî hebûn, hatin şehîdkirin.
Êrîşeke esmanî komeke Filistînîyan kir hedef ku li dora Bircê Zafîr a li taxa El-Seraya ya navenda bajêr kom bûbûn. Di heman demê de, jinek bi guleyên dronê li başûrê taxa El-Bîrqa ya li Dêr el-Belah hate kuştin.
Di dema êrîşan de, rojnamevan Bial Nabîhe jî dema ku li taxa Sabra ya Xezzeyê hilweşandina xanî û topbaranê dişopand, bi guleyekê birîndar bû.
Ji aliyekî din ve, îşxalkeran avahiya Fakulteya Zanist û Teknolojiyê ya Zanîngeha li herêma Kîzan Necar li başûrê Xan Yûnisê jî bi tevahî hilweşand.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, hejmara şehîdên di êrîşên ku di tevahiya rojê de hatine kirin de gihîştiye 78an. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/di-êrîsên-rejima-sîyonîst-de-78-kes-sehîd-bûn-477282




