Artêşa îşxalker di 24 saetên dawî de 230 êrîşên hewayî li ser deverên cûda yên Xezzeyê pêk anîne. Di êrîşan de herî kêm 118 kes hatine şehîdkirin û Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihand ku hejmara giştî ya şehîdan ji 67 hezarî derbas bûye.
Êrîşên îşxalê yên li ser Xezzeyê bênavber berdewam dikin. Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku artêşa îşxalker di 24 saetên dawî de 230 êrîşên hewayî pêk aniye, piraniya êrîşan deverên ku sivîlên koçber lê dijîyan hedef girtine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de 118 kes şehîd bûne.
Hat ragihandin ku wesayîtên ku artêşa îşxalker li herêma El-Sebra ya bajarê Xezzeyê asê mabûn, hatine îmhekirin û li navçeya Şûcayeyê jî êrîşên hewayî hatine kirin.
Nexweşxaneya El-Şîfa ragihand ku di êrîşa li ser taxa el-Nasr a li rojavayê Xezzeyê de kesek hatiye kuştin. Her wiha hat ragihandin ku hêzên hewayî yên îşxalker çarrêya Şucaiye bombebaran kirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên di êrîşên îşxalê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de, gihîştiye 67 hezar û 160î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 169 hezar û 679an.
Saziyên tenduristiyê yên li herêmê dibêjin ku ji ber êrîşên berdewam kêmbûna alîkarî û pêdiviyên bijîşkî gihîştiye astek krîtîk û hêna jî gelek kes di bin xirbeyan de winda ne. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/di-24-saetên-dawî-de-li-xezzeyê-230-êrîsên-hewayî-hat-kirin-118-kes-sehîd-bûn-484056





