Çeteyên Cihûyî, li nêzê bajara Beytullahîm a başûrê Şerîaya Rojavayê bi dehan rez, darên zeytûnê û biîvan ên ku aîdê Filistînîyan in qut kirin.

Kurtlar sürüye saldırdı: 70 koyun telef oldu
Kurtlar sürüye saldırdı: 70 koyun telef oldu
İçeriği Görüntüle

Serokê Şaredarîya Nahalînê Cemal Necacîra, daxuyand ku çeteyên Cihûyî li herêma Banyasa bakurê Nahalîn a Beytullahîmê nêzê 100 rez, darên zeytûn û biîvan ên Muhammed Îbrahîm Şabanê Filistînî jêkirin.

Necacîra destnîşan kir ku heman komên çeteyan li herêma Vad Abû Şaarê jî 40 darên Salîm Necacîrayê Filistînî jî jê kirine.

Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Dîwara Cuda (Dîwara Şermê) ku girêdayê bireveberîya Filistînê ye û Konseya Micadeleya Bi Yekîneyên Jîngeha Cihûyîyan, çeteyên jîngeh ên Cihûyî, meha borî li giştîyê Şerîaya Rojavayê li dijî mal û milkên Filistînîyan 466 êrîşan pêk anîtine.

Di encama van êrîşan de 4 Filistînî şehîd bûn, ji 50 zêdetîr Bedewî jî bi zorê ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör