Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got, "Niha, navbeynkar, di nav de Pakistan û Qeter, bi awayekî çalak dixebitin û di navbera aliyan de (Emrîka-Îran) peyaman diguherînin. Lêbelê, neteweya Îranê niha li ser parastina sînorên welat û parastina jiyan û ewlehiya welatiyên Îranî yên ku dibin hedefa êrîşên hovane yên Emrîkayê ye."
Beqayî di hevpeyvînekê ligel weşana ORF a Awistiryayî de got ku Îran û Emrîkayê danûstandinan bi rêya navbeynkaran didomînin.
Beqayî diyar kir, "Di rewşa heyî de, bala me li ser parastina serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa Îranê ye. Ji bo her diyalogê platformek guncaw pêwîst e, lê Emrîkayê platformek wisa hilweşand. Em ji bîr nekin ku di sala dawî de ev bûyera sêyemîn a bi vî rengî ye. Berê du caran, di dema danûstandinên me de, em ji hêla Emrîka û îsraîlê ve hatibûn hedefgirtin."
Vê carê, piştî ku Serokê Emrîkayê bi xwe îmzeya xwe ya li ser mutebeqeta têgihîştinê îmze kir, Beqayî bi bîr xist ku wan heman peyman îxlal kiriye û got, "Ev mutebeqeta têgihîştinê ne belgeyeke dirêj û tevlihev e; berevajî vê, ew metebeqeteke têgihîştinê ya kurt e ku ji 14 maddeyan pêk tê, û tevahiya cîhanê hêvî dikir ku, herî kêm vê carê, Emrîk wezîfeya xwe bicîh bîne."
Beqayî diyar kir, "Ev mutebeqeta têgihîştinê ti nezelalîyan nagire nav xwe û ji bo şîroveyên cuda vekirî nîne. Tiştê ku Emrîka kiriye îxlalkirineke eşkere û zelal a bendên cûrbecûr ên vê peymanê ye, û ev cara sêyemîn e ku dîplomasî tê xiyanetkirin."
Dema ku ji Beqayî hat pirsîn gelo Îran ji ber hewldanên navbeynkariyê yên li herêmê ew ê vegere danûstandinan, wî wiha bersiv da: "Niha, navbeynkar, di nav de Pakistan û Qeter, bi awayekî çalak dixebitin û di navbera aliyan de peyaman diguherînin. Lêbelê, wekî ku min got, neteweya Îranê niha li ser parastina sînorên welat û parastina jiyan û ewlehiya welatiyên Îranî yên ku dibin hedefa êrîşên hovane yên Emrîkayê ye." (ÎLKHA)
İran: ABD ile mesaj trafiği arabulucular üzerinden sürüyor
İran Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü İsmail Bekayi, İran ile ABD arasındaki mesaj trafiğinin arabulucu ülkeler aracılığıyla sürdüğünü açıkladı. Bekayi, mevcut süreçte Pakistan ve Katar'ın iki taraf arasında mesaj iletiminde aktif rol üstlendiğini söyledi.
Avusturya merkezli ORF'ye konuşan Bekayi, İran'ın önceliğinin ülkenin egemenliğini, toprak bütünlüğünü ve vatandaşlarının güvenliğini korumak olduğunu belirtti. Bekayi, diyalog için uygun bir zemine ihtiyaç duyulduğunu ancak ABD'nin bu zemini zedelediğini savundu.
Bekayi, son dönemde yaşanan gelişmelere değinerek, daha önce de müzakereler devam ederken İran'ın ABD ve İsrail tarafından hedef alındığını öne sürdü. ABD'nin imzaladığı mutabakatı ihlal ettiğini iddia eden Bekayi, söz konusu anlaşmanın açık hükümler içerdiğini ve buna rağmen yükümlülüklerin yerine getirilmediğini ileri sürdü.
İranlı Sözcü, buna karşın dolaylı temasların tamamen kesilmediğini belirterek, Pakistan ve Katar başta olmak üzere arabulucu ülkelerin iki taraf arasında mesaj alışverişini sürdürdüğünü ifade etti.
Bekayi, mevcut koşullarda İran yönetiminin temel önceliğinin ülke sınırlarının korunması ile İran vatandaşlarının güvenliğinin sağlanması olduğunu sözlerine ekledi.




