Berdevkê Fermangeha Navendî ya Xetam el-Enbiya ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîqarî, got: "Divê Emrîkaya sûcdar û êrîşkar û welatên ku piştgiriyê didin wê bizanin ku Komara Îslamî ya Îranê, wekî berê, bêyî dudilîyek piçûk jî, ew ê bi tundî û bi hêz bersiva her tacîz û êrîşkariyekê bide."
Îbrahîm Zulfîqariyê derbarê pevçûnên doh êvarê de daxuyanî da.
Zulfîqarî di axaftina xwe de wiha got:
"Artêşa Amerîkî ya êrîşkar, terorîst û sextekar, agirbestê îxlal kir, tankereke petrolê ya Îranî kir hedef ku ji avên peravên herêma Casakê ya Îranê ber bi Tengava Hurmuzê ve diçû, û her wiha keştiyeke din a ku li peravên Bendera Fuceyrayê ya li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî diket Tengava Hurmuzê kir hedef. Di heman demê de, Emrîkayê, bi hevkariya hinek welatên herêmê, li peravên Bender Hamir, Syrik û Girava Qeşm êrîşî deverên sivîlan kirin."
Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tavilê bi êrîşkirina keştîyên leşkerî yên Amerîkî yên li rojhilatê Tengava Hurmuzê û başûrê Bendera Çabeharê bersiv dan û zirareke girîng dan wan.
Emrîkaya sûcdar û êrîşkar û welatên ku piştgiriyê didin wê divê bizanin ku Komara Îslamî ya Îranê, wekî berê, ew ê bi biryar û bihêz, bêyî dudilîyek piçûk, bersivê bide her tacîz an êrîşkariyekê." (ÎLKHA)
Hatemu’l Enbiya Karargahı: “ABD ateşkesi ihlal etti”
Xatemu'l Enbiya, Amerika’nın ateşkesi ihlal ettiğini ve bazı bölge ülkeleriyle iş birliği yaparak deniz ve sivil bölgelere saldırılar düzenlediğini açıkladı.
Hatemu’l Enbiya Merkez Karargahı Sözcüsü İbrahim Zülfikari, yaptığı açıklamada İran’a ait bir petrol tankerinin Hürmüz Boğazı yakınlarında hedef alındığını, ayrıca Bender Hamir, Sirik ve Kiş Adası kıyılarındaki sivil bölgelere saldırılar düzenlendiğini söyledi.
Açıklamada, İran silahlı kuvvetlerinin saldırılara hızlı şekilde karşılık verdiği ve Hürmüz Boğazı’nın doğusu ile Çabahar Limanı’nın güneyindeki ABD askeri gemilerine yönelik operasyonlar düzenlediği belirtildi.
Zülfikari, açıklamasının sonunda İran’ın her türlü saldırı ve tacize “kararlı ve güçlü şekilde” karşılık vereceğini ifade etti.




