Balafireke barhilgir a Pakistanî, ku ji Sharjah a li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ber bi Qeraçîyê li Pakistanê ve diçû, piştî ku bi qasî 300 mîlên deryayî dûrî Qeraçiyê peywendî qut bû, winda bû. Li gorî agahiyan pênc endamên ekîbê di balafirê de bûn.
Desteya Balafirgehên Pakistanê (PAA) ragihand ku pêwendiya bi balafira Boeing 737 a bi ser sefera KTA1732 qut bûye û hêna jî derbarê rewşa balafirê de ti agahî tune ye.
Rayedaran ragihandin ku di balafirê de pênc endamên ekîbê hebûn û ew li peravên Ormara li wîlayeta Belûçistan a Pakistanê, ku bi qasî 300 mîlên deryayî (bi qasî 555 kîlometre) dûrî Qeraçiyê ye, winda bû.
Desteya Hewayî ya Pakistanê jî ragihand ku balafira barhilgir piştî ragihandina têkçûna motorê winda bûye.
Piştî qutbûna pêwendiyan, ji bo dîtina balafirê operasyona lêgerîn û rizgarkirinê hate destpêkirin. (ÎLKHA)





